Despêk| Karîkatûr| Video| Pêkenîn| Çîrok| Wêneyên ecêb| Cemîl Miho

Ez şeytanqûnî bûme..

Çîrok - 18 Mar 2012

Hind esebîne ku tevahîya eşîrên derdora Hekarya hivza xwe ji wan dikin. Dikarin jibo tiştekî biçûk teşqelên mezin bînin serê dijberên xwe. Her weha di hemi waran de gelek jî paşta mane. Lê kelepûr û çanda Kurdayetîyê hêj jî bê kêmasî diparêzin. Heta niha jî di dawetên wan de estûremant nayên bikaranîn. Dawetên xwe bi stranên devkî li dar dixin.

Silêmanê Marîfanî yê heftêsalî û kurê xwe Îslam ji ber jin revandinekê ketibûn girtîgeha Cûlemêrgê. Îslam bibû çayçêkerê girtîgehê. Bavê wî yê heftêsalî her roj êvaran şîr vedixwar û spêdê radibû ji kurê xwe re digot: “Bo min ava germ bîne, ez şeytanqûnî bûme” (cenabet bûn). Qardîyanên girtîgeha Cûlemêrgê jî ji Îslam re digotin: “Ka bavê xwe hinekî aciz bike”. Îslam jî dikire qîrîn û digot: “Bavên xelkê yên di temenê bavê min de hemi mirine, me li gund li ser gora wan behîv çandin. Behîvên ku li ser gora wan çêbibûn me dixwarin. Ev bavê min nasekite (geber nabe) ku ez jê xilas bim. Her roj êvarî wê şîr vexwe û spêdê rabe bibêje: Bo min avê germ ke ez ŞEYTANQÛNÎ bûme” .

Bavê wî dixeyîdî û digot: “Hey min hal û hode bi dîya te kiro!” Îslam jî digotê : “Ez jî di dîya te kim!” Bavê wî xwe diberizandê

(êrîş dibirê) lê qardîyanan ew digirt, nedihêlan ku bigehine hev. Îslam digot: “Hûn li vî bavê min binêrin, heta niha bi hizaran caran kiriye dîya min min dengê xwe nekiriye, min bi tenê carekê gotiyê ez di dîya te nim dîn û har dibe kuro!”

Lorikxane
Vegere| Ji hevalê xwe re bişîne| Xwendin (3432)
Facebook| My Yahoo| Twitter