Despêk| Karîkatûr| Video| Pêkenîn| Çîrok| Wêneyên ecêb| Cemîl Miho

OX...

Pekenin - 6 Apr 2012

Memûrekî hêj nû dest bi kar kiribû. Lê ne kursiyek wî hebû, ne jî masa wî.
Bihêrs dest avêt telefonê û hema numereyek bada. Ê hember ku bersiv da, vî mirovî devê xwe vekir û çavê xwe girt. Gellek gotinên giran ji mirovê hember re got. Mirovê hember jî hêrs bû jê re got:
-Tu zanî niha bi kê ra diaxivî, yan na?
-Memûr got:
-Na, tu kî yî?
-Ez mudirê vira me.
Îcar memûr pirsî, got:
-Tû zanî ez kî me, yan na?
Mudir got:
-Na, ez nizanim.
Memûr bêhneke rihet girt û got:
-Ox! Elhemdulîllah, spas ji Xwedê ra...
Vegere| Ji hevalê xwe re bişîne| Xwendin (3486)
Facebook| My Yahoo| Twitter