Despêk| Karîkatûr| Video| Pêkenîn| Çîrok| Wêneyên ecêb| Cemîl Miho

Xeyalên xalê Mihemedo..

Çîrok - 9 Jul 2013

Xalê Mihemedo ji ber extîyar bu û pir meşîya bu gellek westîya bu... Li binê dara guzê bêhna xwe da û xwe dirêj kir. Bayê pelê dara guzê nermik nermik di leqand. Tîrêjên tavê di nav pelê darê da li ser çavê Xalê Miheme diket.
Xalê Miheme hêdî hêdî di xew de çû.

Xalê Miheme di xewna xwe da dit ku li welatekî gellek rengin û hêşînayî ye. Lê ser hespekî boz e. Li serî wî miğfer û li laşê wî zirhek ji pola heye. Şurek wek şurê Hz. Eli di ber Cengawerê me da ye. Hesp zîn kîrîye. Hevsar di destê Xalê Miheme da ye. Hespê bi zorê zevt dike.

Li pişt Cengawerê me artêşek ez bêjim 10 hezar hûn bêjin 20 hezar heye. Erd ji ber meşa vê artêşê di hejikê .Cil û çekê vê artêşê tev ji çanda kevneşopî ya Kurdi pêkanîne. Wek ku hûn jî di zanin pêşengê vê artêşê jî cengawerê me Xalê Mihemedo ye.

Artêş ji nav Darıstanê derket. Çu deştek bê serî û bê bin. Ji durahî ve atêşa neyarê kewmê Cengawerê me Xalê Miheme ji xwuya kir. Xalê Miheme ji zukatîya xwe ve li hemberî vê artêşê ketibu nav tevgerek dijraber. Dilê wî bubu wek pola.

Herdu Artêş li hember hev cîhê xwe girtin. Li ser direfşa artêşa cengawerê me nexşê li ser 3 rengê xwezayî stêrkek heye. Li ser direfşa artêşa dijmin jî wênyê gurêboz heye.

Bê dengî çê bubu. Mêş ne difirîya. Ev bê dengîya berya qiyametê bu. Egîde me şûrê xwe bilind kir rakir hewa, çik hişt û ji şervanê kevneşopîyê Kurda re qîrîya:

Lêxin êgîdê min. Roj roja hebûn û tinebunê ye. "Yan Mirin Yan Diyarbekir"...

Û çewa şurê xwe berjêr da weşand artêşa Qehramana bi yekcarî qêrîyan un bi ser artşê dijminre êriş kirin. Lêhengê qehreman artêşa gurêboz bi hevda tarumar kir. Lê tîmên bê bextê neyar li cîhekî ji paşvê şur daweşan çîma Cengawerê me. Xalê miheme li pişt xwe zivirî ji durve tîrêk feleqreş li enîya Xalê miheme ket. Di cîda qefilî. Wek xweyn ji ber tîrê derket u bi şer çavê xalê miheme da hat.

Xalê miheme bi yekcarî ji xewa giran veciniqî u şîyar bu. Dî ku ewr derketîye u peşkê baranê li ser enîya Xalê miheme ketîye.

Xalê miheme bi gopalê xwe rabu pîya û hêdî hêdî bi ber malê ve meşîya.

Med Ciwan
Vegere| Ji hevalê xwe re bişîne| Xwendin (1599)
Facebook| My Yahoo| Twitter