Fîraro..
Pekenin - 28 Apr 2009
Pêxasek ji xançepek ê, ji ber sextekarî û dizîyê dikewe hepsê. Di hepsêde nexweş dikewe û her roj diçe ba textor. Her care ku diçe textor perçek ji lace wî kêm dibe. Ango rojekî dest, rojekî pêçik û rojekî jî nik tê jêkirin.
Hevalê wî jê dipirse: -Erê kerdaş ma çi qewimîye tu her roj diçe textor û perçek ji laşê te kêm dibe, ma çi hewara te ye lo?. Yê pêxas bersivê dide:
-Van romîyan bi rexetî min bernadin min jî bîryar daye ku ezê hindik hindik ji hepsê birewim (fîrar bikim).
|