Hevalê tirsonek..
Pekenin - 17 Dec 2009
Rojekê du heval di nav daristanê de digeriyan. Ji niska ve hirçek derket pêsiya wan. Yek ji wan reviya û hilkisiya ser darekê. Yê din di cihê xwe de ma.
Nizanîbû çi bikira, hema xwe bi devûrû avêt erdê û xwe li mirinê danî. Hirç hat ser wî. Wî nefesa xwe çikand. Hirçê lase wî bîhn kir û got qey ew mirîye û ji wir çû. Pistî ku hirç çû, yê ser darê, bi ken daket jêr û ji hevalê xwe pirsî: - Hevalo ka bêje, hirçê di guhê te de çi got? - Ji min re got: ”mebe hevalê kesên revok û tirsonek.”
|